“Xortek afirîner û dilovan bi hestê mirovahiyê ya bilind, mîna ku ji vê demê re hatibû dayîn … Gotin îxanetê li min dikin. Ez nizanim wî çawa wî bidim nsîn ”
Bi van gotinan, Xatûn Fatin Ejjan di derbarê kurê xwe, Abdelkader Ratib Al-Hedad de , ku ji 26ê Hezirana 2013 an ve ji hêla Dae،eşê ve hatibû rivandin, dest bi axaftina xwe dike.
“Ebûdê”, wekî diya wî dixwaze wî bi nav bike, di 1ê Çile 1992 de li yanzdeh serê sibehê li Şamê ji dayik bû.
Ew di nav nifşa xwe de xortekî neyî normalbû, lê ji hêla rêzanî ve diyar bû haydarbûn û berpirsiyariyek mezin di temenê biçûk de.
Wî di zarokatiya xwe de bavê xwe, rojnemevan, Ratib Hidad, winda kir û kava ku temenê wî sal û nîv bû.

Ebûdê ji hûnera rap hez dikir, sitranên wî ji awaz û peyvên wî bûn , sitranên wî li ser rastiya civaka Sûrî şêwedikir , û hesta xweya bihêz a vê civakê, hê berî derketina şoreşa Sûrî, dema ku wî nivîsand stranên wî yên yekem di şazdeh saliya xwe de û di yekê de ji wan re “feqîr” û “dewlemend” diyar kir. Ew neçar bû ku biçe Beyrûtê ta tomar bike piştî ku Studios Şamê red kir ku wê tomar biken ji ber wêrekiya peyama i peyvên wî ku têde digot :

Dewlemendî û xizanî yê berdêla gore bi mere nehîştin
Bi navbeynkarî û piştgiriyê Koşik ava dibin
Mirov mîna cinawiran dixebitin, û di dawiyê de nikarin çixaran bikirin
Mirov li pişt ovîsan rûniştîne û peran komdikin

“Ebûdê ” dixwest ku rojnamevanî yê bixwîne û piştre jî biçe kar li Dûbî bike , lê wî biryar da ku di destpêka jiyana xwede biçe leşkeriya neçar .
Wêrekiya wî ya di gava ew temenê gulan dabû hîşt ku dayîka wî matmayî ma bibe wî wekî berpirsiyar “peyayê malbatê” bibîne, nemaze piştî Ku kurê wê yê mezin koçberî Îmarat bû, ew.
Wî bi taybetmendiyên xwe yên hêja xwe wekî “zilamek malbatê” ferz kir.
Gava ku diya wî ew “dilkêş” didît, wî derew nakirin , zelal, rast, dilsoz, dilpak û dilniz bû, bi namûs bû peyva namûsê di hemî wateyên xwe de tê de dihat dîtin , “Ebûdê pir xweşik bû bi hezkirina xwe .

Tenê mehek di ser leşkeriya wî ya neçare derbas bû dema ku şoreşa Sûrî di 2011 de dest pê kir, û jiyana wî gav bi gav dest bi guhertinê kir.
Rastîyên şoreşa Sûrî, ku bû sedema gengeşî û tevlihevî di navbera wî û diya wî de.
Xatûn Faten hay ji çalakiya kurê xwe tunebû, û ji bo dêîiya ku ew neli rex şoreşê ye .
Weha dibêje : gelek hêrs di navbera me cê bû ji ber ku ez Al-Cezîre dişopînim, wî qebûl nekir ku nûçeyên li ser wê temaşe bike, û ev yekê ne razî bûm .
Min dixwest ku ez fêr bibim ka ew digel şoreşa Sûrî ye, min hewl da ku ji wî bipirsim heval, lê wan bersivek zelal neda min, wan her gav digotin, Ebûdê kesek hêja ye, meraq neke. Ebûdê ji hêla nirx û exlaqê ve bi me hemiyan re wekhev e.

Heyama tevlihevî û gengeşiya di navbera ” Ebûdê ” û diya wî de dirêj ne domand, ji ber ku wî biryar da ku helwesta xwe li ser “şoreşa Sûrî” eşkere bike, bi veqetîna ji “artêşa Sûrî” û tevlî berxwedana li gundewarê Idlib dibe .
Diya wî paşê zanyarî bi dest xistin ku ew ji “şoreşa Sûrî” ve ji roja yekem ve têkildar e, lê ew ditirse ku emrê wî zû were dîtin, ku dê wî bi rîska tasfiyebûnê re bide xuyakirin, ji ber ku ewlehiya tundtir li ” Leşkerê Sûrî “.
Faten Paşê fêr bû ku, di dema leşkeriya xwe de, kurê wê alîkariya leşkerên “arteşa Sûrî” dikir ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve dihatin gazîkirin, ji ber tawanbariya endambûn û beşdariya wan di “şoreşa Sûrî” de, wî ew hişyar dikirin û ji wan re dinû alîkar ta ji artêşa sûrê veqetin berî ku werin girtin.
Ne hesanî bû gava ku xanim Fatin zanyariyên bi çûdanûna korê wê ji artêşa sûrê , nizanîbû ku ew bi kurê xwe serbilindbe li bi ters be , di wê rojê de wî pêwendî pêra kirin û ji re got :
“Ji gava yekem de ez bi we re bûm, hûn dihêlin ez di rê de bimeşim, mirov li ber min e ku bifroşe, ew malbat û mirovên min in. Ez bi şoreşê re ji roja yekem im. Ez ditirsim ku ez jî eşkere bibim nêzda .

Fatin çû Tirkiyê, da ku dest bi karê xwe yê rojnamevanî û rêvebirê Saziya “Malbata Sûrî” li bajarê Antakya bike, dema ku ” Ebûdê ” çû herêma “Jabal Al-Zawiya” li gundewarê Idlib, da ku wek nûçegihanek wêneyî kar bike. , û dûv re jî “Jabal Al-Akrad” li gundewarê Lazqiyê, ku wî komkujiyên “rêjîma Sûrî” û karê wê ya hovane dijî sivîlan dişopand.
Ew qet netirsiya. Berevajî, ew bi nasnameya xweya rastîn û rûyê xwe yê neveşartî li navendên ragihandinê derdiket.
Wî di bombebarana “rejîma Sûrî” de gelek hevalên xwe winda kir û gelek caran bi şans sax dirketin . rojnamevanek wêrek li qada şer.

Ji destpêka 2013,Ebûde li Navenda Civaka Sivîl û Demokrasiyê li ofîsa wan li bajarê Gaziantep a Tirkiyê dest bikar kir .
Di Hizêranê de, Navendê karik li l hundurê Sûriyê, li gundewarê rizgarkirî yê Idlib bi Ebûdê hilpesartin . Ew hat li gel dayika xwe li bajarê Antakya û biryar da ku bi hev re biçin hundurê Sûriya, ” Ebûdê ” çû gundewarê Idlib, û Fatin Xanim çû gundewarê Lazqiyê , karê wê hebû ku li wir biqedîne.
Wan li hev kir ku her yek ji wan karê xwe biqedîne û bi hev re vegerin Tirkiyê.
Xatûn Fatin bi tena xwe vegeriya û Ebdil Qadir venegeriya.
Heta îro jî, ew ji hêla “Dae,eş” ê ve li deriyê sînor “Etmê” hate revandin.
Ta nuha, diya wî di derheqê çarenûsa wî de tiştek nizane.

Wê rojê, Fatien Xanim cara dawî di 7:30 danê êvarê de li ser Fêsebûk bi wî re peyivî, û wî jê re got ku ew dixwaze vegere Tirkiyê ji ber êşa wî, ji ber ku ew ji nexweşiya “xwişkê” êş dikişand, û hevalên wî li Sûriyê nekarîn dermanek rast ji bo wî bibînin.
Diya wî heya serê sibehê li bajarê Antakiya li benda wî ma, û wê çend hûrdeman jî nedikarî çavên xwe bigire, û ew xemgîn bû ku kurê wê venegere malê.
Di sibehê de, ez ji Navenda Civaka Sivîl û Demokrasiyê wê zanyarî hilgirtin , ku şopa ” Ebûdê ” wenda bû piştî ku ew ji Saraqib derket.
Di roja sêyemîn a wendabûna wî de, Navenda Civaka Sivîl û Demokrasî jê re got Ew li xala pişkinînê ya li bajarê “EtmÊ” hate ragirtin û kamera û alavên laptopê ji wî hatin stendin.

Nişteciyên “Seraqib” û şoreşgerên wê bi vê yekê zanibûn.
Di roja sêyemîn de, ajokar hat berdan û Ebdil Qadir hîn jî di zindanên Dae،eş ê de girtî ye.
Paşê, ajokar got ku di dema binçavkirina wan de, ew pir ditirsî û di moralên tinebûn, li Ebûdê dixwest ku moralên wî bilnd bike , û jêre digot: “Hêrs nebe.
Zêdetirî heft sal û nîv, diya Ebûdê dilşikestî bû, wê her her awyî hewil da ku çarenûsa kurê xwe nasbike , lê bê encam.
Ev, roj û sal derbas bûn, û Dayika Ebdilqadir li benda li benda wî ye , wê bi her awî hewil da ku wi ji zêndanên Dae;eş rêygar bike ; lê tu sûd nedît .

Fatin dibêje : “Ez gelek caran ketim Sûrîyê û min hewil da ku li wî bigerim û peymanan çêbikim.
Pir kesan dixestin rewşa min ji xwere bikarbînen û min bixapînin, lê min erê dikir, bi hêviya ku ew rastgotin bin û kurê min vegerînin.
Ez diçûm her devera ku Artêşa Azad rêzgar kirî û dibir, min li arşîva şehîdên ku ji hêla DAE;EŞ -ê ve hatibûn kuştin lêgerîn dikir, ez çûm girtîgehên ku rêxistinê berê bikar anî.
Ez çûm navendên ku rêxistinê leşkerên xwe perwerde dikir, min karîbû bi gelek navbênkan bi gelek kesên ku ji xwe re mîrên DAE;EŞ ê re têkilî danên , lê min şopek kurê xwe nedît.
Tevahiya jiyana min li dora li dora EBÛDÊ dizîvire , lê min tu bersiv nedîtên .

Tunebûna Ebdil Qadir ji dîya wî re ne hêsan bû, lê berevajî wê gelek şop, birîn û êş hiştin, ji bilî gelek tiştan di jiyana wê de, lê berevajî wê serê xwe berjêr kir.
Wê hemî demên xwe ji lêgerîna wî re veqetand,hîşt da ku ew ji qada rojnamevaniyê de destê xwe berde, û nekaribû heya îro binivîse, ne li ser wî û ne jî di warê karê xwe de, vegotina guherîna di jiyana xwe de, digot: “Her tişt guherî, Ebûdê di jiyana min de her tişt e, pênûsa min şikest, tiliyên min şikandin, ez nikarim binivîsim, ez dikarim, ew xelas bû, her tiştê di hundurê min de şikestî bû, ew xizmetkarê eksê gerdûnê bû û vê gerdûnê winda kir, dilê min şikest, dengê min bilind bû … dengê min çû, ew di zilma ya ku şopa min hebû de xuya bû, bû tirs, berî ya ku min hest kir min bi tirs dest pê kir, ez tirsiyam li dijî DAE;ŞE ê û rêjîmê tiştekî binivîsim, xwezî wan hemû jiyana min bikişanda û ew bihêle .

Îro, Xatûn Fatin piştî penaberiya xwe ya pêncemîn, li Firensayê, penaberiya xwe ya pêncemîn, bi tenê dijî, piştî ku ew di sala 2018an de ji Tirkiyê derket, û ew hîn jî li benda “EBÛDÊ” ye ji sirgûniya xwe ye, tevî ku ew xwe pir bêhêvî his kir, ji ber ku nekaribû alîkariya wî bike û bigihîje kurê xwe.
Ew dipirse, “Ma raste ku ev hemî parêzvan mafên Mirovan, û hêzên cîhanî nikarin pirsgirêkê çareser bikin û alîkariya zarokên me bikin?”
Tevî hesta xweya bêçaretiyê û “bêwatebûn û neprofesiyonalîzmê” ya hemî rêxistinên civaka sivîl bi pirsgirêka girtiyan re têkildar dibe, Xatûn Fatin hêviya xwe wenda nekir û ji bo vê mijarê xebat nesekinî, ji ber ku ew îro endama damezrîner “Hevbendiya Malbatên Kesên Revandî liBi Dewleta Islamî-DAEÎEŞ” – ê ” bi wan re dixebitê bi hêviya ku ew bigihîjin rastiyê, ji bo hezkiriyên xwe dadgihê pêk bînin, û berpirsiyarên êşa wan ra destî dadgihan bikin .