Di çend salên buhurî de, rola me wekî Kombendên malbatên qurbaniyan û azadbûyên ji girtinê û windabûna neçarî, û tevahiya kiryarên nebaş li Sûriyê, bi awayekî berçav pêşve ket, herwiha karê me di pêşengtiya van kêşeyên de, girîng û sereke bû, bo ku bimînin rojev di kêşeya Sûriyê ya aloz de. 

Di nava mehên derbasbûyî de, her pênc Kombendên me di tevahiya karên hevrêziyê û yekkirina kedê û nerînan, ên ku bi serkêşiya koma “Peymana Rastî û Dadmendiyê” ve birêve diçûn, beşdar bûn. Ev peyman ji aliyê kombenda Malbatên Qeyser, Malbatên Ji Bo Azadiyê, Hevpeymana Malbatên Windabûyên Li Cem Rêxistina Dewleta Islamî-Dai’ş (Massar), Destpêşxeriya Te’afî, û Kombenda Girtî û Windabûyên Zindana Seydnaya, di Reşmeha sala 2021ê de, hat damezirandin. 

Berhemên vê xebatê, di barê kêşeya girtiyan, û windabûyên neçarî, baş bibandor bûn, nexasim di pêngava ji bo avakirina Tevdêreke Navdewletî, Giştger, û Serbixwe, taybet bi kêşeya kesên windabûyî li Sûriyê, ku hişt civaka navdewletî careke din guh bide li ser kêşeyên girtiyan û windabûyên neçarî, û rola qurbaniyan û azadbûyan û malbatên wan berçav bê girtin, ne tenê di hilgirtina van kêşeyên giran û xebata ser vê rêkê de, lê belê di barê pêşkêşkirina nerîn û çareseriyan, bo borandina hel û mercên ku bi salên dawiyê re hatin. 

Peymana Rastî û Dadmendiyê, wekî sîwaneke daxwazan û nerînên hevbeş e, ku kombendên bawerpêkirî li hev kom dike, jêr binçîneyên serbixweyî, giştgerî, dîwderî, û bêlayeniyê, ku ti cudahiyê naxe navbera qurbaniyan têkildarî nasnameya wan, binpêkirina ku dermafê wan pêk bûye, û gewdê rêderdiya wan, an aliyê binpêker, herwiha nimûneyeke pêşketî derbarê nûnertiya qurbaniyan, azadbûyan û malbatên wan pêşkêş dike, ku ew bi xwe nûnertiya xwe dikin. 

Peymana Rastî û Dadmendiyê, ji bo eşkerekirina rastiyê, û dabînkirina dadmendiyê ji girtî û windabûyên neçarî û malbatên wan re, kar dike, û sizakirina binpêkeran wekî kevirê bingehîn bo pêkanîna aştiyeke hemdemî li Sûriyê dikîne, herwiha hewl dide ku bibe lêvegerek û nerînek dûdirêj û berdest ji tevahiya xwediyên berjewendiyê û rêxistinên mafên mirov û siyasetmedar û xwediyên biryarê di van proseyan de. 

Piştî zêdebûna hevrêziya hevbeş di navbera kombendên me de, jêr sîwana Peymanê, û pêşdeçûna têkiliyên navxweyî û nerînên hevbeş, her pênc kombendên ku li jêr îmze kirine, radighînin ku ew nerîna “Peymana Rastî û Dadmendiyê” hildigrin, ji bo pêkanina dadmendiya gorî nerîna qurbaniyan li Sûriyê, wiha sîwana Peymanê berfireh dibe, û êdî 10 kombendên qurbaniyên Sûriyê li xwe digre. 

Rêxistin/Kombendên îmzekar: 

1. Yekîtiya Giştî bo Girtiyan. 

2. Release Me. 

3. Kombenda Hevdestî-Synergy Ya Qurbaniyan. 

4. Kombenda Girtiyên Edra. 

5. Malbatên bo Rastî û Dadmendiyê.